Cîhan li benda krîza genim e
LONDON 20.04.2014 07:00:00 Li gel krîza Ukrayna û şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, ku cihê xwe yê di rojeva navneteweyî de diparêzin, di sala 2014'an de cîhan bi xeteriyeke din a ciddî re rû bi rû ye: Zanyar, li hemberî şewbeke kuvarkê, ku wê bandoreke giran li hilberîna genim a li tevahiya cîhanê bike, di nava hewldanan de ne.
Kuvarka ku herî dawî di sala 2010'an de hat dîtin û nebata genim dikuşt, ji Afrîka heta Asya Navîn û başûr, ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê li gelek qada ji nişka ve derket holê û vê yekê di cîhana çandiniyê de rê li ber fikar û gumanên mezin vekir.
Şewba kuvarkê ku yekemcar di sala 1950'î de hat dîtin û ji sedî 40 ê hilberîna genim tine kir. Piştî vê yekê zanyaran derman peyda kiribûn û di encamê de sektora genim parastibûn. Lê belê di sala 1999'an de yekemcar li Ugandayê ev kuvarka ku rastî mûtasyonê hatiye hat kifşkirin û kuvarkên ku li hemberî dermanan li ber xwe didin, derketin holê. Li gorî zanyaran li parzemîna Afrîkayê ji sedî 90 ê van kuvarkan, dikarin li hemberî dermanan li ber xwe bidin û derman nikar bandorê li wan bike.
Li Almanyayê şewba kuvarkê sala bihurî piştî 50 salan yekemcar hat dîtin. Di encama şewba di meha Mijdarê de li Etiyopya hat dîtin de, hilberîna genim ji sedî 50 kêm bû. Rayedarên xurekê yên li Addis Adaba, kuvarna kujer bi şewata daristanan re berberî (qiyas) hev dikin û destnîşan dikin ku bi ba re ev nexweşî bi lez belav dibe.
Ji Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî Fazil Duşuncelî da xuyakirin ku di roja îro de, ziwabûn û şewba kuvarkê mijarên herî girîng ên pêwîste di ewlekariya xurekê de bên nirxandin.
Duşuncelî diyar kir ku divê hemû welatên ev kuvarka nû bandorê li genimê wan dike bi lezgînî bikevin nava tevgerê û destnîşan kir ku hilberîn nifşekî nû yê biziran, nuqteya herî girîng a vê têkoşînê ye.
Li Labaratuara Sainsbury ya li Îngilîstanê, di rewşa heyî de li hemberî şewba kuvarkê amadekariyeke mezin heye. Li vê derê ekîbek bi bikaranîna rêbazên genetîk re hewl dide nexweşiyê rawestîne. Li Zanîngeha Cambridge jî bi bikaranîna modeliyan re hewl tê dayîn were dîtin a ev şewb wê piştre bandor li çiyê din bike.
Di vê lêkolînê de jî derket holê ku şewba ji Afrîkayê derbasî Rojhilata Navîn bû, dikare ji vê derê jî bandorê li Asya û Ewropayê bike.
Li gorî zanyaran şewbek li qada global were jiyîn, dikare hilberîna genim bi qasî nîvî kêm bike. Destnîşan dikin ku dema ziwabûn jî li vê yekê zêde dibe, hingî encamên gelekî ciddî dikarin derkevin holê.
Tê texmînkirin ku eger şewb li gelemperiya cîhanê xwedî bandor be, dibe ku zerarê bide 1.5 mîlyar mirovî.
Her wiha tê gotin ku kêmaniya di hilberîna genim de, wê bibe sedem ku buhayê xurekê li gelemperiya cîhanê bi awayekî ciddî zêde bibe.